Îtbarî, serpêhatîya meta vebêjer a Meyane ye. Bîranîn, yadkirin an bîrdank bi rêya tişt û zindewarîyên ku mirov û jîyana mirov dorpêç dikin, ji nû ve di hiş û aqilê mirov de şîyar dibin, ji nû ve xwe tînin ser rûyê bîra mirov. Boxirê, kûçikê ku bavê vebêjer vî navî lê dike, bi hatina meta vebêjer ji Tiblîsê a gund û bi sehkirina vî navê re ew vedigere, li jîyana xwe a derbasbûyî a bi êş, elem, sirgûnî û koçberîyê dagirtî. Meyane dema ku hîn zarok bûye, wexta li ser axa bav û kalan li Qersê bûn, bavê wê, kalikê vebêjer, bi navê Boxir kûçikek xweyî dikir. Wê çaxê malbata Meyane ji ber zilm û zordarîya Roma Reş mecbûrî koçberîya dijwar dibin. Ermenistan, Axbaran, Tiblîs, Gurcistan û bi vî awayî welat bi welat xwendeva dibe şahidê trajedîya bêxwedîbûnê.
Îtbarî, kurteromanek e der heqê enînivîsa reş e Kurdên Êzîdî de ye.
Weşanxaneya Lîsê, Îtbarî ya Wezîrê Eşo bi dilgeşî, pêşkêşî xwendevanên dilsoz ê wêjeya Kürtçe dike.
“Qudûm jî di çokê hêsîr de nemabû, ku rabe ji vagonê peya be. Hemûşkan dixwest xwe bigîhînin Tiblîsê.”