ÇEND GOTIN DER HEQÊ NIVÎSKAR Û BERHEMÊ DE
Berê gotin hebû. Gotin difûre, nivîs dimîne…
Dîrok bi nivîsê dest pê dike. Ger nivîs tunebe dîrok “tune” tê hesibandin. Tilisma pênûs û nivîsê di vê yekê de ye. Ew deng li bêdawîtîyê dike. Tekane navgîn e ku dîyardeyên dîrokî radiguhêzîne û vediguhêzîne… Gava nivîs tê estetîzekirin, hunera wêjeyê diafire. Nivîskar, wekî kirdeyê hunera nivîsînê, bi berpirsîyeke dîrokî tê ser dikê. Ew berpirsî, ji hemû meylên subjektîf azadkirî realîze dibe… Ji ber ku nivîskar dîtyarê herî qebûlkirî yê dîrokê ye…
Berhem, çi qas jî di prîzmaya subjektîf ya nivîskar re derbas bibe û teşe bigire jî, hîma dîyardeyî naguhere… Berhem, wekî şiroveyeke hîma dîyardeyî derdikeve pêşberî me…
Nivîskar Memet Takır, bi berpirsî û dîtyarîya demajoyekê derdikeve pêşberî me… Nivîskarê ku zaroktî û xortanîya wî li Amedê bihurîye, di sala 1980yî û di 18 salîya xwe de, bi hatina faşîzma 12ê Îlonê, dibe kirdeyekî têgiha dîltîya sîyasî. Tê girtin. Di şertûmercên hovane yên “Zindana Bi Nimroya 5” de teşe digire. Di sala 1983yan de, cezayê bidarvekirinê didinê…
Li hemû derên Tirkîyeyê, wekî dîlekî sîyasî, ew ji vê girtîgehê sirgûnî wê girtîgehê dikin û di 12 girtîgehan de heps dipê… Rojên wî yên dîltîyê ku 20 sal û 7 roj didomin, di sala 2000î de bi biryara berdanê bi dawî dibe… Nivîskar, vê pêlê li Amedê dijî û kar û xebatên xwe yên nivîsînê li vê derê dikudîne…
Nêzikîya nivîskar ya bi nivîs û wêjeyê re, di şertûmercên zindanîbûnê de aj dide û roj bi roj geşe dide xwe… Cara pêşî bi pirtûka xwe ya bi navê Tîndayê şêweyê xwe datîne rastê… Vegotineke alegorîk ya hûrûkûr, kûrbûna dilînî ya balrakêş mohra xwe li berhemê dixe…