ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
XUNAVA GULAN
XUNAVA GULAN

XUNAVA GULAN

Yeni Ürün
90,00 TL + % 0
90,00 TL
Ürün Kodu : 9786054497386
Kategori : Dünya Şiir
PAYLAŞ :
Weşanxaneya Lîsê ya ku bi xebatên xwe yên van salên dawî yên di warê wêjeya Kürtçe de ziman û wêjeya Kürtçe geş dike, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012'an de, sêyem pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbînî, Xunava Gulan weşand. Xunava Gulan, sêyem pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê pirtûkên helbestan ên bi navê Jan Jariya Jînê (Swêd, 2006) û Tevna Holejînê (Lîs, 2012) 51 helbestan bi xwe ve digire, yên ku li gelek deverên ciyawaz hatine nivîsandin û her yek jê behsa têkoşana azadiyê ya Kurdan vedibêje. Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê Xunava Gulan, di sala 1964'an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve ji dayîk bûye û bi xwe di 1978'an de beşdarî nava refên şoreşa li Kurdistanê bûye, di vê riyê de bo demekê li Tirkiyeyê di bendîxaneyan de maye, paşê çawa ku hatiye berdan, dîsa tevî nava refên şervanan bûye, paşê jî di sala 2004'an de derbasî Ewrûpayê bûye, ji wê hingê ve ye jî li Swîsreyê dijî. Ew bi xwe hê jî bi têkoşana xwe ya polîtîk berdewam e, ku hemû qonaxên vê têkoşana xwe heta niha kiriye mijarên deqên xwe yên poetîk û vê yeka xwe hê jî didomîne û li ser vê yekê jî, bi Kurdiya xweserî xwe helbesteke xwedî zimanekî resen ava dike: Baran dibarî barî barî baraneke xweş barî gul vebû bilbil kenî agir gurr bû li banî çavên har dikevin dar derd û xem gêr dibin xwar ji kûr dengek hate der bi hewar û bi keder baranê rakiribû lehî dar bişkivîn bi şahî nêrgizan kiribû kenî xwezayê kesk li xwe danî baranê wekî bêhna gulan sermistî da niştinan ji kûr dengek hate der bi hewar û bi keder Xunava Gulan a Mahsûm Nisêbînî tevna ked, kêferat, hezkirin, şoreş û têkoşanê li dar dixe, bi zimanê xwe yê sade ve li kelepora helbesta Kürtçe ya xurt zêde dibe.
XUNAVA GULAN XUNAVA GULAN 9786054497386 XUNAVA GULAN