ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
Û ÇÎYA JÎ DINALIN
Û ÇÎYA JÎ DINALIN

Û ÇÎYA JÎ DINALIN

104,00 TL + % 0
104,00 TL
Ürün Kodu : 9786055683269
Kategori : Dünya Öykü
PAYLAŞ :
“Û Çiya Jî Dinalin” pirtûka kurteçîrokan a yekem a nivîskar Omer Dewran e. Pirtûka ku ji yazdeh kurteçîrokên cihêreng û balkêş pêk tê, me dibe atmosfereke Kurdewar û dêrîn ku gîyanê çîrokbêjîya civatên Kurdan zindî dike. Di van çîrokan de, Omer Dewran zimanekî folklorîk û biwêjî yê pir hestyar bi kar tîne ku xwîner rasterast dibe heyranê vegotinê û nikare dev ji xwendinê berde. Di çîroka sereke ya bi navê “Û Çiya Jî Dinalin” de, nivîskar çîrokeke gelêrî ji kakilê Kürtçeya rewan û herikbar raberî xwendevanan dike. Çîrok ku li ser meseleya namûsê disekine, bi awayê vegotina çîrokbêjîya şevbihêran hatiye ristin û di qalibekî xweşkok de hatiye rokirin. Ev yeka han herikbarîyeke bêsînor dide vegotinê, ji ber ku çîrok têrtijî ye bi dirûvpêxistin, wesifdan, biwêj û metelokên Kurmancîyê. Di vê pirtûka xwe ya yekem de, Omer Dewran deqeke cihêwaz bi zimanekî biwêjî û efsûnî pêşkêşî xwînerên Kürtçeyê dike û wan li gulzara folklora Kürtçe ya dewlemend dibe geşt û seyraneke behiştîn a çîrokbêjîya civakî.
Û ÇÎYA JÎ DINALIN Û ÇÎYA JÎ DINALIN 9786055683269 Û ÇÎYA JÎ DINALIN