......
Hûman bi awirên xirpanî dest bi tiradê dikir, bi hewleke rîtmîk û karîzmatîk dimeşiya; sîng dida pêş, pî û perên xwe bi kilîn û hejîn li dengê def û zirneyê siwar dikirin, wek bazên kendal û zozanan baskên xwe heta dawiyê vedikirin û bi herk û pêjneke nerm dadigeriya nav kûrahiya bîr û balan. Di pêngava duyan de dest, nig, zik, sîng, mil û serî tev bi hev re, bi aheng, bi coş û kirpîn dihejandin, bi lerizîneke efsûnî û bi gurên epîk û estetîk xwe li ba dikir. Bi herdu destan destmalên kesk û sor û zer bi kilkirineke rîtmîk radikirin jor, her carê xwe dida ser nigekî û bi nigê din jî te digot qey çarenûsa jar û hejariyê qefilandibû û bi bin erdê de dikuta, bi dirûva şûnik û mîrkutan. Gav bi gav rîtma tiradê hijêrtir disepand û di pêlikên hunerê re hildikişiya heta ber perên asîmanê temaşevanan, adetî difiriya; piştre bi şikestinên derhesab, bi çelqîn û pelqîneke tofanî di pêlikên dawiya nîrê govendê re dadikişiya, bin barana çepikan; hingê tirad diqediya...
......