ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
TEYRIKÊN JIRÊKETÎ
TEYRIKÊN JIRÊKETÎ

TEYRIKÊN JIRÊKETÎ

Yeni Ürün
104,00 TL + % 0
104,00 TL
Ürün Kodu : 9786059014649
Kategori : Dünya Şiir
PAYLAŞ :
Di berhevoka xwe ya bi navê “Teyrikên Jirêketî” de, Tagore pendine jîyanî bi awayekî helbestî û felsefeyî yê kûr pêşkêş û berbiçav dike, ew yek danheva serpêhatîyên wî ye, ên dagirtî bi jîyanê di jîyanê de. Meraqa wî ya herî kûr û aza tê de ew bû ku dîmena heyîna mirovane ya gelemper di ser hemû êşên xwe re berz û bilind bike, ew yek jî bi bişaftina bîsteka jîyanî, di rêya gotinê re, di kovika bawerîyeke kûr bi mirov û bi heyînê wekî hev tek bi tek de. Ew xem û meraqa ku piranîya hîndekarî, felsefe û olên dêrîn li dorê diçûn û dihatin. Dibe ku Tagore bi zimanê xwe yê tenik ê birînveker di berhevoka xwe de, dixwest gazî me bike da ku em çendekekê rawestin û li naveroka jîyana xwe di vê heyînê de temaşe bikin, di ser vê yekê re jî, ew ji me re vexwendineke lezgîn e ku em xwe ji hemû girêdanên teng û lipeyçûnên astengdar, di rêya pêşketinê de, rizgar bikin û di lêgerîna têkûzîyê di heyînê de, em xwe dîsa ji hemû rengên mejîgirtinê, li seranserî cîhanê, dûr bikin. Bi pendên xwe yên kûr û bi helbestên xwe yên rengereng mîna keskesorê, Tagore me li ser baskên firindeyên xwe yên jirêketî dike û me li windageha nîgaşdanka jîyana me ya kambax digerîne, bi hêvîya ku pareke me ji çakzanîya wî ya deryayî hebe!
TEYRIKÊN JIRÊKETÎ TEYRIKÊN JIRÊKETÎ 9786059014649 TEYRIKÊN JIRÊKETÎ