Tarîtirs
Tarîtirs

Tarîtirs

Yeni Ürün
82,80 TL + % 0
82,80 TL
Ürün Kodu : 9786258305203
Marka : J&J
Kategori : Kürt Şiiri
En geç 21 Nisan Pazartesi günü kargoya verilir.
PAYLAŞ :
Vê siharê xuşîna bayekî cemidî Stranekê bi xwe re bêdeng dike Li kolanên şewitî mîrateyek xêz dibe Bi dilopên xwînê Sewta nalînekê dibû kefiyek li ser darbestê Û xwe berdida li ser rûçikên axeke sar Zerî Esmerek di eywanê de Biskên hêviyên kezîbir hine dike bi destên xwe Pîremêrên qelûnkêş Di qermûçekên rûçikên xwe de êşan dihewînin Ax lê çi ecêb Bi miskên keseran, naçin şewata dil Xeyalên piştqozik Xwe avêtine bextên xweziyên elemdarî Birînên kevnar Êdî hew dikarin êşan di zikê xwe de bihewînin Hawara dayîkên ku mirîyan ji goristanan radikin Di kerika guhên girtî de nayên bihîstin Hey hewar, hey hewar, ev çi bêdengiye Xwe li kefenê mirinê pêça ye Mirinê awirên xwe kirine cil û berg Fîstanek bi rengê xwînê Û her sibehê li min dike bi destên xwe Jiyan di devê narîncokekî li ber teqînê de ye Rondik xwe bi mijangên Zerî Esmeran ve Darve dikin li ser vê axê Kes nizane kî diçe û kî dimîne Êdî çûyîn bêxatir in li vî Welatî
Tarîtirs Tarîtirs 9786258305203 Tarîtirs