ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
ŞOREŞGERÊ ESRA TENG
ŞOREŞGERÊ ESRA TENG

ŞOREŞGERÊ ESRA TENG

Yeni Ürün
90,00 TL + % 0
90,00 TL
Ürün Kodu : 9786058813038
Kategori : Dünya Şiir
PAYLAŞ :
“Şoreşgerê Esra Teng” di nava xwe de 5 beşan dihûndirîne: ‘Perdeyên Rehmanî', ‘Şûjin', ‘Ba', ‘Tarî' û ‘Ramangeh.' Şayanê gotinê ye ku di kitêba navborî de 26 helbest cih digirin... Em dikarin bibêjin ku helbestên Marîn Rehmanî xwe dispêrin jînenîgariya wî û mîtolojî û folklora Kürtçe. Em ji beşa “Şûjin” têdigihin ku ji bilî helbesta Şoreşgerê Esra Teng her heşt helbestên din xwe dispêrin jiyana wî ya di dema zaroktiyê de li bajarê xwe yî ku jê ji dayîk bûye û bûye hîme jiyana wî. Hemû beşên din jî em dikarin bibêjin ku dema kamilbûn, xwenaskirin, rapirsîn, lêgerîn, kur û hûrbûnên li ser rabirdû û dahatûyê ne. Rehmanî di helbesta xwe ya bi navê “Lêborîn” de ku bexşî “Mamê Emîn” kiriye, wiha dibêje; " (...) kirîvo! gelo em nikarin hev bidin xatirê şitla nûçandî? û vegerin ber siya daragijo binê çîçik û şîrê hejîrê naxwe dê li me bibe heyf û li vê ş'îrê(...)" Marîn di helbesta “evîna mêran” de welat û evîna şexsî wisa levhûnandi ye; memikên te du bihûştin Marîn û Mêrdîn Yezdanê bereketê li wan nehat rehmê vê beharê xela ji wan bariya...” Herçî kurtehelbesta “Kêlî” ye, navekî din ê çêja kurmancî ye; “kêlî li serşokê di nava teşta diya min de, belbelîska lîstikê bû, ya ku min bi tiliya xwe diteqand...” helbesta “Ba” jî yek ji helbestên şayanî behse; û bi helbesta Dayîk xwe dide der ku hîmê xwe li ser folklora Kürtçe ava kiriye; tu yê jî rojekê bişewitî, wekî kezeba dîya xwe Rehmanî di helbesta”Ba” de di kûrahiyan de di lêgerînan de ye, pêşî dengek paşê bêdengî tiştin diqewimin li derdorê bûyerine mezin hest pê dikim lê dibê'm qey darbesta bayekî dibin di ber min re hûn jî hest pê dikin Helbesta “Şoreşgerê Esra Teng” ku ji kitêbê re bûye nav, bêguman yek ji helbestên Rehmanî ye ku di nava xwe de hêmayên ‘kûr' û ‘xurt' dihewîne; “li kuçeyê... roj hêdî hêdî bêyi ku li pişt xwe binihêre diçû ava sofiyekî di pey re temaşe dikir dirûvê tozê jî dihate guhestin Şeytan di xewê de bû sofî hê li rojê temaşe dikir hêdî hêdî bi gopalê xwe re giran dibû hêdî hêdî qesas ji malê derdiketin kuştî li binê pirê... û keçikên ku bid destên nesrînî pembû didane hev girêdana xwe bi hişkiyekê duhestin tolaz jî bi hosteyî li pey wan digeriyan şoreşger: ji wan cuda ye ji dengvedana esra teng lingxê xwe ji devê mîroyekê derdixim ber bi milçikandina tenûrê ve ber bi nanê sîr kirî ve û herî dûrî lêvên birûj sinetên dirêj...” Şayanê gotinê ye ku helbestên Rehmanî di kovarên bi navê Tîroj, Çirûsk û W'yê de hatine weşandin. Marîn Rehmanî ku bi eslê xwe ji Nisêbîna Herêma Torê ye, di sala 1977'an de çêbûye.
ŞOREŞGERÊ ESRA TENG ŞOREŞGERÊ ESRA TENG 9786058813038 ŞOREŞGERÊ ESRA TENG