Guherînên ku di sosyolojîya neteweyên bindest yên wekî neteweya Kurd de çê dibin, hem pircureyî hem pirhêlî hem jî pirrengî ne. Digel war û biwarên dîtir, biwara wêjeya Kurdan jî para xwe ji van guherînên erênî û neyînî digire.
Dilawer Zeraq, sosyolojîya wêjeya Kürtçe, ji demên destpêkî û di çarçoveya bandorên dîrokî de lê dikole û di pêdeçûna dîrokî de, guherîn û rengbixwedana wêjeya Kürtçe, digel kartêkirinên pêşî û encamên ku piştî guherînan çê dibin, dinirxîne.
Di Şopên Wêjeyê de, li ser hîma pêdeçûn û renggirtina wêjeya Kürtçe, nivîsarên ku hûrgerîyê di sosyo-polîtîkaya wêjeya Kürtçe de dikin, cî didin xwe. Her yek nivîsar, di deqbendeke xweserî xwe de, balê dibe rewşa wêjeya Kürtçe ya ku berhemên xwe digel bandorên konjonktur û rewşa jîyana Kurdan ya pirhêlî diafirîne.