Şevbihêrken şevên xali Heger em bala xwe bidin çîroka Enwer Karahanî ya bi navê ''Dara bêgul''ê em ê bikarin bibêjin ku ev berhem berhemeke serkeftî ye. Loma ev berhem ji demekê re, ji pirsgirêkeke civakekê re bûye awêne. Pirsgirêka civakê bi kesekî hatiye temsîl kirin. Ev takekes temsîliyeta bi deh hezaran kesên kurd e ku ketine dû riya "şoreş"ê. Di vê çîrokê de gelek kêmasiyên hişmendî û tevgerên xelet yên kesên 'ketine dû riya şoroşê" de, hatine dest nîşan kirin. "Dara Bêgul", ji devê jineke kurd ya "ji rêzê", rexneyek tûj li mêrê kurd yê "şoreşger" e. Ev rexne, ne bi zimanekî polîtik lê bi zimaneki hestî ye, ji dil e. Ji devê jina mêrê "şoreşger" ev rexne tê vegotin. Ya rast, di vê çîrokê de, em ne ji devê jinê, bi êşên wê dihisin, jinik "di dilê xwe de" diaxive û çîroknûsê me Karahan, hoparlorek daniye ber dilê wê û bi vêya jî deng û axaftinên dilê jinikê ber bi guhê me xistine. Wekî encam: E.Karahan, di vê çîrokê de balê dikşîne ser wan kesên ku xwe fidayî miletê xwe kiriye lê dîse jî nekarîne ji yê herî nêzîkî xwe hez bikin û wan têbigihin. Balê dikşînê ser trajediya jin û zarokên wan kesên kurd yên ku ketine dû riya şoreşê û malbatên xwe îhmal kirine. Ez wekî xwînerê vê çîrokê, bi vê jinikê gelekî êşiyam! Şengul Ogur Karahan tiştên li ser dinivîse pirr baş dinase. Lê ew tenê bi hindê namîne. Dema mirov li berhemên pirraniya nivîskaran dinere, hemû berhemên nivîskarekî hema dişibin hev. Ev yek dibe sedem ku mirov hew dikare wan bixwîne ji ber ku dizane ku nivîskar dê çi û çi bibêje. Karahan ev sinor û bend rakiriye: her kurteçîrokek wî dibêjî qey a nivîskarek ji dinyayek din e. Huseîn Mihemed