ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
ŞERÊN SASÛNÊ
ŞERÊN SASÛNÊ

ŞERÊN SASÛNÊ

Yeni Ürün
97,00 TL + % 0
97,00 TL
Ürün Kodu : 9786059014731
PAYLAŞ :
Têkoşer û sîyasetmedarê Kurd Osman Sebrî di vê berhema girîng de behsa Serîhildana Çîyayê Sasûnê dike û hemû hûrgilî û kitekitên şerên “Qewmê Çîyê” li ber çavan radixe. Pirtûka ku wekî belgeyeke dîrokî ya cihêwaz û degme tê hesibandin; têrtijî ye bi zanyarîyên di der barê fedakarî û mêranîya mala Elîyê Yûnis û eşîrên Kurd ên hevalbendên wê li beranberî leşkerên Tirk de. Ji Şerê Mêlhayê û Motikan heta bi Şerên Gecoka 1926'an û Şerên 1927'an û mêranîya Reşê Artirerî ya bêmînak li hemberî dijmin! Di vê berhemê de, Osman Sebrî me dixe nava kefteleft û hêlemana serîhildana gelê Kurd li hemberî dagirkeran û balê dikişîne ser efûyên derewîn, xapên dijmin û fen û fûtên wî di nav eşîrên Kurdan de û kiryarên leşkerên dijmin ên nemirovane di der heqê jin û zarokên Kurdan de. Bûyerên van şeran ji alîyê Evdirehmanê Elîyê Yûnis bi xwe ve ji Apo Osman Sebrî re hatine gotin û Osman Sebrî ew ro kirine di qalibekî vegotinê yê rewan û herikbar de. Berhema “Şerên Sasûnê” ya dîrokî ya Osman Sebrî vê carê bi çapeke cuda ji nav weşanên Lîsê derdiçe… Berhema ku dê bê temamkirin bi weşandina hemû berhemên nivîskarê welatparêz, Apo Osman Sebrî!
ŞERÊN SASÛNÊ ŞERÊN SASÛNÊ 9786059014731 ŞERÊN SASÛNÊ