ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
QUTÎYA DIL
QUTÎYA DIL

QUTÎYA DIL

Yeni Ürün
90,00 TL + % 0
90,00 TL
Ürün Kodu : 9786054497805
Kategori : Dünya Şiir
PAYLAŞ :
Hunermend Seyda Perînçekê ku piranî bi mûzîka xwe tê naskirin, Qutiya Dilê xwe, bi helbestan ji me re vedike. Seyda Perînçek, bi çapa 2'yemîn ya pirtûka xwe, digel stranan, di şiîran de jî hunera xwe nîşanî me dide. Helbestên wî bi hestên netewî ava bûne, di her rista Qutiya Dil de têkoşîneke li hember zilmê heye. Lewre ciwaniya emrê wî reş kirine: “Min evîna xwe li bajarekî şewitî dît Dest û lingên wê li aliyekî Serê wê li aliyekî bû Diperpitî dilê wê Mîna çûkên birîndar...” Hozanê navdar Seyda Perînçek, trajediya zarokên bê dev û ziman jibîr nekiriye. Gotinên wî, neheqiya ku li dilên piçûk hat kirin, li xwediyên wan vedigerîne: “Hûn hêrs dibin/Mîna birûskên ezmanan/Têne xezebê/Û bi min de diteqin/Bê ser û bê dem/Hûn mamosteyên min in, qaşo/Yên edeb û terbiyeyê/Lê ez hînî tirsê bûm, bi saya serê we/Zarokekî biçûk im, ez...” Wek wezîfeyeka hunermendiyê, Seyda Perînçek li dijî kirinên zordestan ne bê deng e. Hêviya helbestvên ew e ku erd û ezman jî li hember vê zilmê xwe kerr neke: “Ey mindayê mezin Çima roj naçirîne kirasê xwe? Çima birûsk naqîrin? Çima natefin stêrk? Û çima Hulorîkan nabarînin ewr? Ma qey kor bûye ezman?”
QUTÎYA DIL QUTÎYA DIL 9786054497805 QUTÎYA DIL