Peyvên Wenda Ferhenga Botan
Peyvên Wenda Ferhenga Botan

Peyvên Wenda Ferhenga Botan

Yeni Ürün
165,60 TL + % 0
165,60 TL
Ürün Kodu : 9786058667167
Marka : J&J
En geç 28 Nisan Pazartesi günü kargoya verilir.
PAYLAŞ :
Mebesta min ya yekemîn ya vê berhemê ev bû ku hin peyv û tegehên di karûbarê hin pîşeyê cihên xwe ji mekîne û amûrên hemdem re berdane, amûr û têgehên di koçerî, cotkarî, sewalkarî, tevnkarî, necarî û cur be cur mijaran de dihatin bikaranîn û niha an qet nayên bikaranîn an jî di şûna wan amûr têgehan de hin amûr û têgehên din tên bikaranîn, ji nû ve vedijînim. Her wiha gelek lêker û navên xebatên ku an hatine jibîrki-rin an jî kêm tên zanîn hedefa vê xebata min bû. Dîsa ez dixazim vê jî bidim zanîn ku ev xebat bi taybetî li ser Herêma Bo-tanê hatiye kirin. Ev peyv û têgehên di vê ferhengê de gelek ji wan an li herêmekê, an li navçeyekê, an li gundekî, an jî di nava eşîrekî de, an jî di nava çend kesên dûrî jiyana hemdem de tên bikaranîn in. Yanî mebest ew bû ku em van peyv û têgehan ji windabûnê rizgar bikin. Mebesta min ya duyemîn jî ew bû ku ez vê ferhengê ji dirûvê ferhengên klasîk derxim, peyv, amûr û têgeha ku dinivîsim ji hêla şêwe, teşe, kar, bikêrhatin, reng, dirûv, bikaranîn û ji hemû hêmanan ve zelal û vekirî vebêjim û şêlobûn û pirsên di serê xwîner û zimanhezan de bigihînim xwe û biqedînim, hatim girtin û niha di zindanê de derfetên min ên ku ez ê bikaribim vê xebatê berfiretir bikim nîn e. Hêvîdar im ku ev berhem ji bo karê we bikêrhatî be û hûn sûdeke baş jê bigirin.” Bahadîn Robar
Peyvên Wenda Ferhenga Botan Peyvên Wenda Ferhenga Botan 9786058667167 Peyvên Wenda Ferhenga Botan