Helbesta Kürtçe, digel hewldanên pexşana Kürtçe, hê jî pêşenga Wêjeya Kürtçe xuya dike. Çi ji hêla berhemdariyê ve, çi jî ji hêla tibab ve, helbestkarên Kurd û dîwanên wan ên ku bi Kürtçe têne nivîsandin, di gorepana çanda nivîskî ya Kürtçe de sêrî dikişînin. Ev yek, ta asteke şayanî behsê, encama bîst salên dawî û nifşê wê yê Rewşenê ye.
Helbestkarê Kurd ê xort Ehmed Ronîar piştî dîwana xwe ya pêşîn a bi navê baran ji acizî dibariya (Belkî, 2006) bi dîwana xwe ya duyemîn a bi navê pevşabûnên şîn xelekeke din li zincîreya berhemên vî nifşê navbûrî zêde dike û dibêje
di hemû stasyonan de ez amade me herim
liberketinên min rêwî
hişê min rawestgeheke ku kes lê ranaweste
û li ser dûmahîka serbûriya bajarekî birîndar ê mîna Amedê wiha pê de diçe:
bê navber mirovên ku kêm dibin hene!
nava wan bi kolanên ji min ne biyan
û
vala tijî bûne…
tu zanî?
vê navberê hemû masiyên ku min ew ji aqwaryûman nas kiribûn
aniha li deryayan dipirsin