Parîyê Berdemayî, çardeh kurteçîrokên di vê berhemê de, xwendevan li gel xwe derdixe rêwîtîya cîhanên cuda, cihêreng û dilzîzane. Êşa sirgûnê a ku adet û usulên civaka Kurdan guhertiye, zewacên di navbera kulturên cuda de çêbûyî, bîranînên karakteran ên ku di janeke zirav a nola hesretkêşîyê de ne, çîrok û serpêhatîyên ku ji dewrên kevin û qedîm de dengê xwe digihînin xwendevan îroyî, di cîhana nivîskarîya Wezîrê Eşo de vediguherîn ser şînî û şahîyên karnewalî a ku tehm û derba xwe her di bîra xwendevanan de dihêle.
Wezîrê Eşo, bi Parîyê Berdemayî careke din bi serbilindî piştrast dike ku ev ne tenê hosteyê vegotinên dirêj ê nola navel û romanan ne, ew di heman demê de hosteyê vegotinên kurte jî.
“Jina min bê esil dereket, qedr û rûmeta dê û bavê min wekî pêwist e nizanibû, kasek ava sar çi yeî kasek av li ber wan nedigirt, lê dayika min ev eyb û kêmasîyên jina min nedidan rûyê min ji ber ku qêmîşî min nedikir, nedixwest dilê min biêşîne…”