ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
ODA KURDA
ODA KURDA

ODA KURDA

Yeni Ürün
128,00 TL + % 0
128,00 TL
Ürün Kodu : 9786057535733
Kategori : Dünya Şiir
PAYLAŞ :
Oda Kurda – Casimê Celîl Casimê Celîl li Ermenistanê bi Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadirî, Ahmedê Mîrazî re li ber çavkanîya wêjeya Kürtçe li wê komara Sovyetê rawestîyabû, bi wan re hîmê wêjeya Kürtçe ne ku bi tenê li wir, lê li temamîya Sovyetistanê danîbû. Sala 1975'an pirtûka wî a bi navê Oda Kurda bi zimanê Kürtçe çap bûye. Di wê pirtûkê de jî gelek helbestên nû û ji veçêkirina çend nimûneyên zargotina civata Kurdan cî girtine. Piranîya wan derheqê şerkarîya wê yî azadîhezîyê de hatiye hûnan. Hezkirin û hisreta welatê parçekirî, welatê bindest, jîyana xeribîyê û hezkirina xwe yî bi hezar dilî taybetîyên helbestên wê ne. Li vê tangê pêwist e bê dîyarkirin, ku bi helbestan re tevayî, ku piranîya berhemên Casimê Celîl ji wan pêk tên, wî çend destanên xwe ên bi nirx jî kirine mal û milkê xwendevanên Kurd, ku bi giranî veçêkirina destanên gelêrî ên ji zargotina Kürtçe ne. Ev pirtûk bêtir berhema helbestvan a xwexwetîyê ye, a ji alîyê wî de sêwirandî, lê her bi tenê bi şêwaza berhemên gelêrî hatiye nivîsandin. Pir berhemên Casimê Celîl hatine wergerandin, li ser Ermenî û ji bilî rojname û kovaran bi pirtûkên cuda jî hatine weşandin. Ew pirtûka wî piştî çapa yekemîn li Amedê, li Weşanxaneya Lîsê tê weşandin.
ODA KURDA ODA KURDA 9786057535733 ODA KURDA