ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
NÊRGIZA LAM Û ELÎFÊ
NÊRGIZA LAM Û ELÎFÊ

NÊRGIZA LAM Û ELÎFÊ

Yeni Ürün
97,00 TL + % 0
97,00 TL
Ürün Kodu : 9786059295079
Kategori : Dünya Şiir
PAYLAŞ :
Helbestvanê ku weke pireke navbera kevneşop û nuhjen helbestên xwe dirêse, geh li nik bajarê Wanê ye ku derbeke mezin ji erdhejê xwarîye, geh di binê berfa Roboskîyê de dinale; “Berf dibare Berf dibare bi ser me û Bi ser fê'lên bêfedî yên mirovahîyê Weke Roboskî mîna Zîlan û fena Helebçeyê… Hin caran gazinên xwe bi ser Behraspî de dibarîne ji bo Alanê liserdevketî, carina zilma ser erdnîgarîya xwe weke ‘êş'ê bi nav dike; “Wê rojekê deng û destê te bişkên Rengê te yê geş hişk bibe Xwe bêdawî nebîne ey êş Ma dengê bavên keserkûj qul nake guhên te? Ji bîr neke ev peyva qedîm û mizgînewer Ku ji devê qasidê sadiq diweşe: “El kufrû yedûmû wezzulmû la yedûmû” ” Dilê xwe weke Cizîrî ji yarê re vedike û nola Feqiyê Teyran diyar bi diyar di nava rêzikan de digere; “Qulhuwella qunit wecceht, dixûnim lê tev keft û left Nizanim me'neya ebcet, gelo çawa bêjim ne te Meriv pêşî dibêj kî me, zikrê Celîl dike qîme Divê ku xwe bike lîme, paşê xwe bavêje rehmetê” Geh silavekê li Seydayê Axtepî dike, geh li çola Kerbelayê li nik Huseyn e. Ey dilo bes birêje, agirê ‘işqê disoje Serîyan bes biêşe, bes bugvêş azaran di dil Batinê xwe ger te hel ket, şûn de li zahir veger Wê çaxê tofana ‘işqê, dê bibit baskên di dil” Ji ber hindê ye ku divê helbestên M. Zahir Ertekin bi hêminî û bi hestyarîya Kurdewarîya qedîm werin xwendin û beramberî helbesta kevneşop û ya nuhjen were kirin.
NÊRGIZA LAM Û ELÎFÊ NÊRGIZA LAM Û ELÎFÊ 9786059295079 NÊRGIZA LAM Û ELÎFÊ