ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
NAMEYEK JI XWEDÊ RE
NAMEYEK JI XWEDÊ RE

NAMEYEK JI XWEDÊ RE

Yeni Ürün
159,00 TL + % 0
159,00 TL
Ürün Kodu : 9789756179543
Kategori : Dünya Roman
PAYLAŞ :
Nivîskar û wergêr Yunus Eroglu (Ciwanmerd Kulek), bi yekem romana xwe Nameyek Ji Xwedê Re îspat kir ku pêşgotina “Berxê çê ji berkozê diyar e” şaş nehatiye gotin. Yunus Eroglu/Ciwanmerd Kulekê ku ji wêjeya cîhanê wergerên hêja bo zimanê Kürtçe dike, kelecana xwe ya edebiyatê di vê romanê de raxistiye pêş xwendevanan. Nameyek ji xwe re, Nameyek ji mirêkê re, Nameyek ji birayê min re, Nameyek ji kevnikfiroşî re… di nav de ji panzdeh beşan pêk tê romana Eroglu. Nameyek Ji Xwedê Reya ku di 2007an de nivîskarê xwe bi edebiyata Kurdan nasîn, di nav romanên ku Kulek piştî wê nivîsandin de jî , bi bawerî û cesareta ciwaniyê, di cîhekî cuda de ye. Nivîskarê ciwan Yunus Eroglu/Ciwanmerd Kulek di Nameyek Ji Xwedê Re de -bi gotina wî- “A nebûyî” dike û şêweyeke nû diceribîne. Çawa ku -bi gotina nivîskêr- “Qalkirina rojekê ji jiyîna wê zor û zehmettir e” xwendina vê yekem romana serkeftî jî, ji ya gelek pirtûkên ku qada wêjeya Kürtçe dagir kirine bêhtir ked û balê dixwaze.
NAMEYEK JI XWEDÊ RE NAMEYEK JI XWEDÊ RE 9789756179543 NAMEYEK JI XWEDÊ RE