ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
MÊRIKÊ LAL
MÊRIKÊ LAL

MÊRIKÊ LAL

Yeni Ürün
97,00 TL + % 0
97,00 TL
Ürün Kodu : 9786054497232
Kategori : Dünya Öykü
En geç 16 Haziran Pazartesi günü kargoya verilir.
PAYLAŞ :
“Wî hewil dida ku çîroka ku wî yê tu caran nikaribûya li dadgeha li bajêr, li hemberî dadgêr bibêje ji min re bibêje. Hemû çîroka tenêtiya mirovahiyê derbibirre, ya hewildana bo xwegihandina bedewiya ku bi dest nakeve, çerçirî, ku xwe bi bilêvkirina mêrikekî dikir pistepist, yê ji tenêtiyê şêtbûyî, di sibeheke bi mij û moran de, kûçikekî biçûk di nava milên wî de, li qeraxa riyeke çolê radiwestiya.” Bira, Sherwood Anderson Mêrikê Lal, guldesteya kurteçîrokan a Sherwood Andersonê (1876 – 1941) romannûs, kurteçîroknûs û helbestkarê Emerîkan, bi kurteçîrokên ku li xwe digire, dibe yek ji pêşawêneyên wêjeya Emerîkan a nûjen, a ku ji keleporeke dereng, lê bi xurtî dest pê kiriye û xwe dispere navên her wekî Walt Whitman, Edgar Allan Poe, Emily Dickinson, Ralph Waldo Emerson, Henry Wadsworth Longfellow, Stephen Crane, Mark Twain, Theodore Dreiser û gelekên din û ta îro bê westan û rawestan û bi şêweyekî berfirehtir berdewam e. Sherwood Anderson bi zimanekî fesîh dinivîse û bi kurteçîrokên xwe yên bi navên Kaltî, Şer, Dayîktî, Mêrikê Saqoqehweyî, Mêrikê Lal, Hebên Kaxizî, Hêk, Tov û Bira ve jiyana takekesan ‘nîşan dide'. Çawa ku William Faulknerê gewre destnîşan kiriye: “Sherwood Anderson, ez jî di navê de, bavê nifşê nivîskarên Emerîkan tê hesêb; ew yek ji nûnerên gelekî girîng ê wê keleporê ye, ya ku yên piştî me jî pê berdewam in, lê dê tu carî qîmeta wê neyê zanîn.” Li jêr navê Mêrikê Lal, neh kurteçîrokên hilbijartî, bi wergera Sîdar Jîrê nivîskar û wergêrê xort, bi Kürtçe. Da ku Kürtçe bi vê geşedana xwe ya dîrokî berdewam be! Ji Lîsê.
MÊRIKÊ LAL MÊRIKÊ LAL 9786054497232 MÊRIKÊ LAL