ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
MORANA GERDÛNÊ
MORANA GERDÛNÊ

MORANA GERDÛNÊ

Yeni Ürün
107,00 TL + % 0
107,00 TL
Ürün Kodu : 9786059295758
Kategori : Dünya Şiir
PAYLAŞ :
Çawa Andrêy Tarkovskî gotî, "Haîkû çavdêrîyên xwerû ne. Bi bêkilûkêmasîya xwe û rastbûna xwe ve dabîn dikin ku çavdêrekî/e qewî bêfesal jî bikaribe hest bi hêza helbestê û vê dîdemê bike, a ku nivîskar ji jîyanê zeft dike." Weşanxaneya Lîsê haîkûyên Kawa Nemirê helbestkar, wergêr, nivîskar û edîtor li jêr navê Morana Gerdûnê, Bayê Labûte weşandin. Ev berhema poetîk a heftem a Kawa Nemir ji 300 haîkûyan pêk tê, hemû jî ji deftera wî ya haîkûyan a pêşîn hatine wergirtin û nivîskar, hunermend û rexnegirê navdar Şener Ozmenî jî bo vê berhemê çendek îlustrasyon çêkirine û bi vê yekê ve jî şewl û şîqaveke mayîn daye berhemê. Haîkû şêweyekî helbestê yê Japonî ye û li hemû cîhanê gelek helbestkarên gelek wêjeyên ji yek û din cîyawaz her hez jê kirine û her tim hewil dane ku bi zimanê xwe haîkûyan binivîsin û heta niha li ba Kurdan jî ev şêwe her hatiye ceribandin, lê berîya vê berhema haîkûyan a Kawa Nemir, helbestkarê gewre yê Kurmancîyê Berken Bereh ev şêwe bi berfirehî ceribandiye û hemû haîkûyên wî bi salan berê di nava çapa hemû berhemên wî Dilê Min Palgeh e ji Işqê Re de hatibûne weşandin. Renge bête gotin ku Morana Gerdûnê, Bayê Labûte ya Kawa Nemir di warê haîkûyên bi Kürtçeya bi Kurmancî de duyem gewretirîn teşebus e û çêdibe ku rêya li ber helbesta bi Kürtçe xweş bike ku ew bi derfet û delîveyên xwe ve xwe li astên dîtir ên cîhanê biceribîne. Bo Weşanxaneya Lîsê cîyê şanazîyê ye ku van haîkûyên Kawa Nemir ên ji gelî û newalên zimanê Kürtçe zayî pêşkêşî xwînerên zimanê Kürtçe dike, haîkûyên ku dibêjin: “Min girt nivîsî kulîlkvedana hişyar: Çilkên gerdûnê.”
MORANA GERDÛNÊ MORANA GERDÛNÊ 9786059295758 MORANA GERDÛNÊ