Îhsan Colemêrgî, bi vê romanê berê pênûsîya xwe dide veçirandin, derbirîn, vegotin û kûrfikirîna der barê sosyolojîya civaka êlî, eşîrî, zozanî û nexasim dekûdolabgerîya ku pirî caran di kirasê bêbextîlêkirinê de derdikeve pêşberî xwendevên. Momê, serkaraktera romanê, keça bedew û çeleng, delala malbat û eşîra xwe a ku bêbextî lê tê kirin. Colemêrgî, di ser vê bêbextîlêkirinê re berê xwendevên dide hêla reşetarî a civaka me.
Momê ya Îhsan Colemêrgî, kilama dengşewat a dengbêjan, strana dilzîz a stranbêjan, çîroka zemanên berê a li ser zar û zimanên çîrokbêjan, bi pênûsa wî a kemilî û qayîm, dibe romaneke modern a di tehma romannûsên nûjen de.
“Berxwedana Hişyar a der barê jinan de neçû xweşîya sofî Elo û Soroyê Biro. Wan dixwest di wê civînê de kesayetîya jinan b ilaca Momê bê tawanbarkirin.”