Di xwendina helbestên Sîyamend Serbilind de, dê xwîner teqez qajîna hawara yekî ku “Li Dû” hatiye hiştin bibihîzin. Perpitîna evîndarekî dilsoz, xeyalşikestina ku li nîvê rê hatiye hiştin, liberketina sal û zemanên ku av û av çûne, sond û qewlên nîvçemayî yên dilekî ciwan û hestên saf û pak ên paqij. Hûn ê van hemûyan bi Kürtçeyeke sivik, bi hevokên rengîn û nerm û bi şêwazeke henûn û hemdem bixwînin.
Sîyamend Serbilind, li ser şopa zimanê kevn, dibe hilgirê peyama hestên ‘Mem Û Zîn'ên vê çaxê.
Sîyamend, hem bi mijara pirtûka xwe ya her di rojevê de ye û kevn nabe, hem bi zimanê xwe yê dewlemend ê ku xwendekar nawestîne, hem bi şêwaza xwe ya nûjen, xîtabî dilên ku jibîrkirin ji bo wan ne hêsan e dike, hem jî bi hestên sade yên ku ji dil zane bi awayekî pisporane anîye zimên û hîn ji alîyê din ve helbestkarekî ku xwendinê heq dike ye!