ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
LI BENDA KETINA ÛSIV
LI BENDA KETINA ÛSIV

LI BENDA KETINA ÛSIV

Yeni Ürün
90,00 TL + % 0
90,00 TL
Ürün Kodu : 9786058140837
Kategori : Dünya Şiir
PAYLAŞ :
Yaqûb Goçerî, di wê demê de gelek ceribînên wî ên çîrok, helbest û romanê çê bûne. Bi fotografkêşî û sînemayê re mijûl dibe. Di heman demê de bi navê Jenura û Hesin senaryoyên fîlman nivîsandiye. Lîstikên wî ên şanoyê ên bi navê Anadolu Rehabilitasyon Merkezi (Navenda Rehabîlîtasyonê a Enedolê), Wekî Xwe, Genim Zer hatin pêşandan. Di sala 2005'an de li Swîsreyê bi cî dibe. Perwerdeyîya xwe a fotografkêşîyê li wir didomîne û karê fotografkêşîyê li wir dike. Derbarê sînemayê de gelek gotar nivîsandiye. Bi navê Tree of Ararat belgefîlmek çê kiriye. Hê jî li Genevayê wekî fotografkêş kar dike û li wir dijî. Li Benda Ketina Ûsiv pirtûka Yaqûb Goçerî a pêşîn e. Rih e ev qetqetî ye bi pê elimandinên hezar salî ketiye. Rih e evşûtşûtî ye Her mirîyî ji xwe zêde kiriye Qetek ji rih ji teralîyê hez dike qetek jê ji xewê. Qetek tî dibe avê dixwaze qetek nêzîkî agir dibe ji sermayê Qetek bêdeng e qetek diqîre qetek ron e qetek tîr e Spî xuya dike hinek Lê qîr e Hinek jê xwe dide ber her barî, tu dibêji qey bergîr e Hinek jê sermest e, hinek jê kêmdest e, hinek jê kêmxwest e Hinek je kêmrast e, hinek jêşaş,hinek rast e, hinek jê wekî dew Hinek wekî mast e, hinek jê helbest, hinek jê helwest e
LI BENDA KETINA ÛSIV LI BENDA KETINA ÛSIV 9786058140837 LI BENDA KETINA ÛSIV