ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
LETÎFE
LETÎFE

LETÎFE

Yeni Ürün
124,00 TL + % 0
124,00 TL
Ürün Kodu : 9786054497072
Kategori : Dünya Öykü
En geç 16 Haziran Pazartesi günü kargoya verilir.
PAYLAŞ :
Pirtûka kurteçîrokan a Sîrasê nivîskarê Ermenî, Letîfe, ji şeş kurteçîrokan pêk tê, ku Sîras ev berhema xwe di 1936'an de bi Kürtçe nivîsiye. Beriya her tiştî û di ser hemû şik û gumanan re ye ku Sîras nivîskarekî pirr xurt e û bi taybetî jî kurteçîroknûsekî qetlaz û jêhatî ye. Qetlaz û jêhatî ye, çi ku wekî berhemekê Letîfe xweş nîşanî me dide ku Sîras di kurteçîrokê de bêhnfireh, şareza, gerdûnî û xwedî hêz û şiyaneke gewre ye. Sîras bi wî zimanê xwe yê lexgîr, hêsan bi wateya “xwendinbarî”yê ve, hem ji aliyê şayesine fizîkî ve, hem jî ji aliyê dahûranên derûnî ve, bergehine berfireh û kûr li ber xwendevanan radixe, ku ev yek her bi tenê reng e ji pênûsa nivîskarekî “zor” derê: Bi Letîfe, Esmer, Teyr û Kurm, Hewesa ‘Emir, Kulîlkên Biharê û Tilismeyê, bi şeş kurteçîrokên xwe yên ku jiyanê, bextewariyê û azadiya jinan, bi pênûsa nivîskarekî Ermenî, bi Kürtçe dihevrînin, Letîfeya Sîras dibêje xwendevanên xwe yên nifşê nû: “Ji dinyayê ne şîn tê hilatinê, ne jî şayî.” Kurteçîrok be û we xwendevanan klasîk bivê, a va ye ew klasîk, Letîfeya Sîras e. Piştî heftê û şeş salan, bi weşangerî û edîsyona Lîsê, Letîfeya Sîras. Şeş kurteçîrokên ku wê neyên jibîrkirin.
LETÎFE LETÎFE 9786054497072 LETÎFE