“Tu şems û teva min î,
Tu roj û şeva min î,
Tu bîn û hewa min î,
Derê bînaya çava.”
Nîveka sedsala bîstemîn ji bo helbesta Kürtçe û ji bo sazkarîya poetîkeya helbestvanên Kürtçe yek ji sedsalên guherîn û veguherînên bîngehîn ên di tradîsyona helbestên Kürtçe de ye. Di vê nîveka sedsala bîstemîn de ger yek ji danêr û sazkarê vê guherîn û veguherîna bîngehîn a helbesta Kürtçe, kurmancî Cegerxwîn be, yê din jî bêguman Fêrîkê Ûsiv e.
Lîrîka, risteyên têrûtijî, romantîzma li hemberî yar û xwezaya welêt, keserkêşanên diltenikane ên li pey dewr û zemanên borî û xeyala ku di her rûpelê de xwe dide hîskirin a Kurdistana azad, xwendevan ber bi cîhana Fêrîk a ku di helbestê de ava kirî ve bi dilxweşî dikişîne.
“Ne ez ber derî te me,
Ez sewdeserê te me,
Heyrana serê te me,
Derê bînaya çava.”