Û şahid im li kuştina xezalan,
Şahnika xezal im li pêsîra Helîmê
Hafê guliyan im li dû porê çîrokan.
Niha jî dê hafê guliyan bibe şahid ji çîrokeke din re.
Nivîskar Zozan Gulan kî ye ?
Helbestvan û nivîskar, Zozan Gulan li gundeki Xana Axparê (Çinara Amedê) hatiye dinê. Di temenê xwe yê ciwan de dest pê dike xeyal û hestên xwe bi zimanê dayika xwe wekî helbest bi nivîskî îfade dike. Çîrok û helbestên wê di gelek kovar û destegulan de hatine weşandin, nivîs û xwedinê ji xwe re wekî armacekî jiyînê dibîne jiyînekî li du heqîqetê û berhema xwe ya çîrokan ya bi navê Kevala Şevê ya yekemîn diyariyê jin, keç û zarokên ku malbatên wan ew nedane ber xwendinê dike. Niha li Amedê dijî û yek ji damezrîner û rêvebirên Komeleya Wêjekarên Kurd e.
Berhemdarî:
* Ajero (Helbest) Weşanên J&J, 2018 – Amed
* Xunava Awiran (Helbest) Weşanên J&J 2020 – Amed
*Antolojiya Helbestên Jinên Kurd -Bi Nûrcan Delîl re (Helbest) J&J, 2023– Amed
* Kevala Şevê (Çîrok) Weşanên J&J, 2025 – Amed