Sedsala 17’an, cih û warê Kurdan, Kurdistan di hêlekê de ji alîyê Safewîyên Îranê û di hêla din de ji alîyê Osmanîyan ve dorpêç kiriye. Kelata Dimdimê di nava van her du hêzên xedar, xwînmêj û zordest de… Emîrxanê Biradost ji bo parastina qewmê xwe ji wan her du zaliman, Kelata Dimdimê bi hosteyên avahîsazîyê dide lêkirin. Tevî ku di dawîyê de li dijî zilm û zordestîya xedar Kelata Dimdimê dikeve jî, lê belê berxwedan û cengbazîya jinxas û mêrxasên kelatê hêjayî pesndayînê ne.
Îhsan Colemêrgî, bi Kerbelaya Kurdan Kelata Dimdimê re, ji rûpelên winda ê dîroka Kurdistanê, bi egîdî, berxwedanî, serbilindî û cengbazîyê bi vegotin û şêwaza xwe a hêjayî pensnê romaneke epîk a modern diafirîne.
“Faris, Ereb û Tirkên li herêmê bûne desthilatdar; kurd di radeya yekemin de neyarên xwe dîtine. Desthiltdarên her sê kedxwaran baş zanîbûn ku Kurd xwecihîyên Çîyayên Zagrosan û hin deverên deştên Mezopotamayayê yên herî kevnar in.”