ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
KEFARET
KEFARET

KEFARET

97,00 TL + % 0
97,00 TL
Ürün Kodu : 9786054497331
Kategori : Dünya Öykü
PAYLAŞ :
Sedat Yurtdaşê nivîskar bi pirtûka xwe ya kurteçîrokan a duduyan, Kefaretê ve, çavdêrî û têçespanên xwe, bêyî ku li dora peyvê bigere, bi şêweyekî rasterê, her wekî ku bûyer û qewaman bandor li ser hiştine, vedibêje. Yurtdaş bi pênûsa xwe ya asanbêj ve gava ku vê yekê dike jî, hewcetiyê pê nabîne ku xwe li paş zimên veşêre; lewma jî vegotina xwe bi zimanekî rewan û nêzîkî zimanê rojane ava dike da ku em bikaribin ji xema wî fam bikin. Çîroknûs serboriyên mirovan û çavdêriyên ku kirine, piştî dawerivandina di sefoka hiş û bîra xwe re, bêyî ku xwe ji rastkînotiya jiyanê bide alî, bi awayekî dîtir û ji nû ve saz dike û di gel qehirîn, hêrsbûn, hezkirin, acizbûn, lixwemikurhatin, bêbextîkirin, lixwepoşmanî û xweşbîniyê, ku hest û nestên mirovane ne, vedibêje û bala xwendevanan dibe ser sedem û encamên çîrokan. Kefareta Sedat Yurtdaş sê kurteçîrokên bi navê Çîroka Şewitandinê (ji çar beşan pêk tê), Kefaret û Sefer bi xwe ve digire. Kefaret awêneyek e, ku serpêhatîne takekesî yên civakî û polîtîk tê re têne xuyanê û şewqa xwe didine ser qûçên kurteçîroka bi Kürtçe ya nûjen.
KEFARET KEFARET 9786054497331 KEFARET