ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
JANA GEL
JANA GEL

JANA GEL

Yeni Ürün
138,00 TL + % 0
138,00 TL
Ürün Kodu : 9786057535207
Kategori : Dünya Roman
PAYLAŞ :
Wêje bi polîtîkayê re peywendîdar e an polîtîka bi wêjeyê re. Heye ku ew peywendî bi qandî ku ji bo wêjevanên gelên bindest meseleya man û nemanê be, ji bo gelên din ne ew çendî cihê balpêdaneke girîng be. Lê belê ji bo kurdan ev her du bi hev re peywendîdar in. Îbrahîm Ehmed, yek ji berxwêdêrê vê peywendîdarîya mecbûrî ye. Wî li kêleka polîtîkayê, ji ber şert û mercên mecbûrî ên wêjeya Kürtçe, rahişt qelemê û romana modern a yekem bi zaravayê Soranî ji bo Kürtçe nivîsî. Jana Gel, tevî ku yekem romana modern a Kürtçeya Soranî tê qebûlkirin jî, ew bi cîhana romana xwe a hêja ne kêmî romanên hevçax ên Ewropî ye. Her wiha ne ku ew tenê wekî romana yekem a modern a Kürtçe tê qebûlkirin, ew bi teknîka xwe a flashbackî, bi nîşandana derûnîya serkarakterê xwe Camêr, têkilîya wî a xûmam a bi malbata wî re a ku piştî zindanbûnê dikeve lêgerîna xwegihandina wan, xwendevan ber bi atmosfereke Kafkaeskî a ku tê de tehmeke wêjeyî a Kürtçe heye ve dehf dide.
JANA GEL JANA GEL 9786057535207 JANA GEL