Ulgen xwestiye di derdora eşqa Ahmed û Rihanê de, Şerê Sûrê vebêje ku ew jê re dibêje “şerê çeperan”… Şerê ku wek “şerê xendekan” hatiye bi nav kirin, ne tenê li Sûrê; li gelek navçeyên Kurdistanê bi hev re dest pê kir û bi şikestineke giran qediya. Şerê Sûrê 103 rojan ajot. Şer, bi sedan kuştî û bi xerabkirina bajêr bi dawî bû. Ev şer, di dîroka Kurdistanê de, dê cihekî taybet bigire. Dê gelek tişt were gotin û nivîsîn; dê were pesinandin, dê were rexnekirin… Germa germa analîzên bûyerên wisa mezin, bi rîsk e. Veysî Ulgen ev rîsk hildaye û bi qasî ku ez dizanim Kitap>Edebiyat>Romana yekemîn a vê bûyerê nivîsiye…
Osman Ozçelik | nupelhaber
Her çiqas Kitap>Edebiyat>Roman li ser şerê Sûrê hatibe nivîsîn jî di eslê xwe de Kitap>Edebiyat>Romaneke evînê ye. Evîneke berê û yeke nihayîn di ber xwe didin di hişê leheng de. Leheng evîna berê tu car ji ber dilê xwe neavêtiye ya nihayîn jî tu car li dilê wî rûneniştiye. Digel ku di Kitap>Edebiyat>Romanê de dilê lehêng li ser du jinan e jî bi meriv dide fam kirin bê ka mesele çi ye û eslê meseleyê çi ye… Nivîskar tenê wek wêjekarekî bi vegotina çîroka Kitap>Edebiyat>Romana xwe re mijûl nebûye di heman demê de lehengên şer û rola dewletê, tundiya wê jî bi wêrekî tevn kiriye. Li vir hestên xwe yên welatparêzî nekiriye bi qurbana tirsê û xwestiye ku rastiya ber dilê xwe bi wêrekî birijîne.
Mihemed Ronahî | Amîda Kurd
Kitap>Edebiyat>Romana bi navê “Kevirên Şewitî” an jî kevirên reş… Nivîskar balê dikişîne, ser şerê navçeya ku ji kevirên şewitî an jî kevirên reş hatiye avakirin. Wek kevirên reş, ew sal bext û sihûda navçeyê jî wisa bi reş geriyabû. Navçe bi kevirên şewitî, bi çar aliyan ku hatibû dorpêçkirin. Ew sal demsala zivistanê jî gelek dijwar bû. Çawa şer dijwar