ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
HIN PIRSIYAR DER BARÊ DEMOKRASÎYÊ DE
HIN PIRSIYAR DER BARÊ DEMOKRASÎYÊ DE

HIN PIRSIYAR DER BARÊ DEMOKRASÎYÊ DE

Yeni Ürün
138,00 TL + % 0
138,00 TL
Ürün Kodu : 9786059295352
PAYLAŞ :
Di berhema xwe ya li jêr serenavê “Hin Pirsyar Der Barê Demokrasîyê De - Sûrîye Wekî Mînak” de, lêkolîner Şiyar Îsa dîroka demokrasîyê, şêwazên desthilatdarîyê û rejîmên demokratîk bi rengekî gelemper û li gor zanyarîyên têrûtijî rave dike. Berhema ku bi zimanekî akademîk ê sade û fêmbar hatiye nivîsîn, giranîyê dide şirovekirinên felsefeyî û hizirî yên der heqê merc, eger û faktorên guncer ên rûniştandina pergaleke desthilatdarîyê ya demokratîk de. Lêkolîn, hizir û boçûnên fîlozof û ramanwerên gewre yên Yûnanistana kevin û Ewropayê raber dike û hemûyan dide ber bêjinga dahûrandineke zanistî ya hişmendane. Lêkolîn her weha giranîyê dide şirovekirina teorîyên hizirî yên binavûdeng ên ku barê nasandina rejîmên demokratîk daye pêşîya xwe. Wekî din, lêkolîner Şiyar Îsa beşekî berfireh ê berhema xwe ji bo dahûrandina rewşa qeyrana Sûrîyeyê veqetandiye; sedemên qeyranê û rewşa sîyasî ya Sûrîyeyê ji xwîneran re zelal kirine. Weşanxaneya Lîsê, lêkolîna giranbiha û cihêwaz a nivîskar Şiyar Îsa bi wergera herikbar a Evdo Şêxo raberî xwînerên hêja dike û vê berhemê bi şanazî li pirtûkxaneya zimanê Kürtçe pîroz dike.
HIN PIRSIYAR DER BARÊ DEMOKRASÎYÊ DE HIN PIRSIYAR DER BARÊ DEMOKRASÎYÊ DE 9786059295352 HIN PIRSIYAR DER BARÊ DEMOKRASÎYÊ DE