Bi kêmanî yek ji sindoqa gencîneyên folklora bi zimanî Almanî ku ji nifşên îro re wekî mirate maye berhema Çîrokên Grîmm e ku ji hêla Braderên Grîmm ve hatiye tomarkirin. Wêjeya Almanî çi a nûjen çi a klasîk ji vê kanîyê têretêr sûd wergirt û hîn jî sûd werdigire. Folklora Kurmancîyê, ev berhema li ber destê we xwendevanên ezîz, di giranbuhabûnê de ne kêmî a Braderên Grîmm e. Bes tenê li benda dilsoz û meraqdarên jîr û jêhatî ên biwara Kürtçe û folklora Kürtçe ye. Di vê sindoqa Folklora Kurmancîyê de, destan û epîkên Kürtçe ên elmasane, çîrok û serpêhatîyên yaqutane, kilam û zargotinên gewrîmircan e û deng û awazên zêrînane hene, ku di encama lêkolîn, xebat û lêgerînên fedakarane de hatine nivîsîne da ku nifşê îro jî ji nifşên dahatûyê re bihêle.
“Em sê bira ne, hespên me boz in
Gurzê ataşî di destê me da
Nav dinyayê digerin dew û doza in
Em ê ji birangê xwe ra bînin
Zîna çav-birû beleke û pîroze.”