Rûpelên winda ên ji dîroka Kurd û Kurdistanê bi bûyer, rûdan, qewam û mêrxasîyên girîng û serbilindane ve dagirtî ne. Netewdewletên serdestê Kurdan, her tim di hewildana guhertin, veguhertin û li gorî berjewendîyên neteweya xwe di berevajîkirina bûyer, rûdan, qewam û mêrxasîyên Kurdan de tevgerîyane.
Îhsan Colemêrgî ku yek ji pispor, zana û dîroknasê dîroka erd û erdnîgarîya bajarê qedîm ê Colemêrgê, di bin ronahîya belgeyên rastîn ên ji dîroka Kurdistana dêrîn de, Ezemşêr Xanê ku li dijî Walîyê Osmanî Tekelî Mehmet Paşa serî radike, bi hostetîya romanûsekî dîrokî datîne naverasta wêje û dîroka Kurdan.
“Ehya Beg, axayên hemû eşîrên Ertûşî, Pinyanişîyan, çekdarên eşîrên deşta Geverê, ên hêla Navşarê, şervanên devera Elka, Lêwînê, Silehyan, Dizê, Xanê, Elbakê û mêrxasên şeş eşîretên Aşûrîyên herêma Hekarîyan vexwendin û hê meha Pûşperê nivî nebûbû ew artêşa giran li baregeha Ehya Beg bûn.”