ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ
EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ

EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ

Yeni Ürün
110,00 TL + % 0
110,00 TL
Ürün Kodu : 9786059014830
Kategori : Eleştiri
PAYLAŞ :
Romannûs û lêkolînerê hêja Ferhad Pîrbal di vê berhema xwe de bere xwe daye, helbestkar, şanonamenûs û pexşanûsê pirhêl Evdirehîm Rehmî Hekarî (1890-1958), endamê çalak ê gelek rêxistinên Kürtçe (weke Komeleya Xwendekarên Kurd bi navê Hêvî, her wiha endamê damezirîner ê Komeleya Tealî ya Kurd), bi bandora nivîsa Ewropayê cara yekê di dîroka edebîyata Kürtçe de, form û awayekî nû yê hunerî anîye nava edebîyata Kürtçe û bi Kurdan daye naskirin ku ew jî şanoname ye û formeke edebîyata rojavayî ye. Nivîskar ji çend çavkanîyên olî av vexwariye, ji bo çareserîya pirsgirêka neteweyî xwedîyê fikreke Îslamî bûye: Hewl daye têgihîştina olî û perspektîfa îslamîstan di poteya bîra welatperwerîya Kürtçe de bihelîne; yanî xwestiye ol û nîjadê bi hev ve bikelijîne. Ev taybetmendîyeke perspektîfa Hekarî ye. Evdirehîm Rehmî Hekarî, yekemîn helbestkarê hevçerx ê Kurd e ku berhemên xwe di kovareke Kürtçe de weşandiye; her wiha kovar kiriye wasiteyek ji bo pêkanîna projeyeke nûkirina helbestê. Wî di helbestê de kêşeya pençeyê di helbesta Kürtçe de bi kar anîye; bi vî awayî ew di vî warî de bûye rêber: Ez mame sêwî bê da û bab im Xanîyê mi sotin, ez malxirab im Babê mi kuştin bêdîn kuffaran Muhtac im îro destê neyaran
EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ 9786059014830 EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ