ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
Esargeya Şêmûgê
Esargeya Şêmûgê

Esargeya Şêmûgê

Yeni Ürün
96,60 TL + % 0
96,60 TL
Ürün Kodu : 9786057393975
PAYLAŞ :
bêtikan reng û sewta mirina wan belav kirin zarokan guhê dîwarên kolanan bi tilîkên xwe qul kirin ji ber hêrsa dayikên wan tax û semtan yek bi yek bi hev re civan kirin bajaran dîlanên mezin ava kirin keç û xortan qelaqûçik hine kirin xwe bi tolê bi nav kirin stran û destmal li ba kirin def bi gopalan gindir kirin hespên rewan ingir kirin di biharan de karwanên revo ji bo şopê bi rê kirin… *** “(Helbestkar û Çîroknûs) M. Çiya Mazî kirasê vebijêriyê li xwe kiriye û li ser Şêmûga Esargeyê rûniştiye tevî zarok û ciwanên li dorê civiyayî; ji zemanekî em pê dizanin-nizanin, ji erdnîgariyeke em pê dizanin-nizanin, bi zimanekî em pê dizanin-nizanin di nav serboriya temenekî de behsa destanên qewmekî em pê dizanin-nizanin dike; bi sewteke nerm û hanûn helbestê dike çîrok, çîrokê dike helbest û wek bêje temiya min li we; her yekê dixe nav destê zarok û ciwanên li dora şêmûgê rûniştî.” Welat Dilken
Esargeya Şêmûgê Esargeya Şêmûgê 9786057393975 Esargeya Şêmûgê