Du dilop Gava ez berhemeke edebî dixwinim, bala min ne tenê li ser naveroka berhemê ye. Axilbe, bala min li ser niviskar e, ku wî/wê çi ji nivisara xwe fêm kiriye. Her niviskar kare ji me re çîrokekê binivise. Mesele ne ew e, mesele ew e ku demildest niviskar çi ji çîroka xwe fêm kiriye. Bi gotineke dinê, niviskar çi di vê çîrokê de dîtîye da ku dinivîsîne û bi me re par ve dike? Li ba min ew pirs gelekî giring e û bersiva vê pirsa me daxilî nava afirandina niviskariya niviskar dike. Weke tespit, min digot ku çîrokên Enwer Karahan dizanin ew çîrok in. Me naxapînin. Xwe naxin şûna hinek tiştên dinê. Ku bi ya min be afirînêriya çîroknûsiyê jî ew e. Enwer Karahan xwe nasipêre haqîqatên dinyayê. Ew xwe dispêre wê yekê bê çi ji wan haqîqetên dinyayê fêm dike. Karahan xwedî fikrekê ye û ji bona fikra xwe çîrokan diafirîne. Ku min şaş fam nekiribe, çîroknûsiya Enwer Karahan ne çîroknûsîya dinyaya xwezayî ye; ew dinya ji xwe dizê. Di zayina wê dinyayê de karekî hunermendî nine. Ew li dijî îradeya me ye û derfetên zayîna wê cûda ye. Meseleya herî sereke û giring ew e ku em çi ji wê zayînê fêm dikin? Huner di wir de ye, çîroknûsi û afirandina çîrokê ew der e. Ali Fikri Işik