“Di ber sûretê te yê beşişî deKetim riya parastina bêdawîBa, zîpik, dehfMin çu tişt nekir xem...”
“Deriyê Sibehê” yekem berhema “dengê azad” ê girtî Mahir Bagok e. Berhema ku ji 29 helbestan pêk tê, xwînerên Kurd bi çêjeke seyr û nû ditehmijîne.Di helbestên Bagok de, kelijîna bi xwezayê re, “mirov-kirin” û bikinckirina şengist û hêmanên siruştê taybetîyeke berbiçav û belî ye, bi taybetî di helbesta “Baran”ê û ya “Adar û Nîsan”ê de.
Alîyê din ê helbestên Mahir Bagok, welatparêzî û vegotina keserkêşî û derbiderîya barkêşîya Kurdistanperwerîyê ye ku ev jî di helbesta “Heval”ê de xweş eşkere dibe:
“Wan dilên partîzanBirca parastinê lê kir li ser ras û çiyayanDi tûrikên wan de lehengîya DimdimîLi warkozên ku nêrî bi selewatan nayê xwarê.”
Bi giştî, helbesteke henûn, zimanekî rewan û wateyine kovanbar ku tîra xwe rasterast li dil û kezebê dide.