Stêrka Biçûk
Dema ku kulîlk ji nû ve vejîyan,
Stêrkeke pirr biçûk di nava tilîyên min re xuricî,
Keskesorê şîn girt, reş girê da,
Kulîlkên behîvan yek bi yek weşîyan,
Pinpînikan li xwe xistin û girîyan
Û gotin, “Tu pirr xweşik bûyî, pirr...
Ji ber wê ye ku bi qasî me jî bi para te neket jîyan.”