Dinya germ dibû, lê hê Çemê Zê hêza xwe ji berfa li ser çiyayên wî bajarî digirt. Pêlên ava Zê hê têra xwe deng
derdixist û gur bûn. Her dema di ber Çemê Zê de derbas dibûm, çavên min li ser wî diman û diketim nava
fikarên kûr. Nihêniyeke newala Zê û çemê wê hebû ku mirov digirt û dibir. Heya ji çem û newala Zê dûr nediket
ew bernedidan. Min dereng zanîbû lê navê xwe ji zayînê digirt. Ew herêma zayînê bû. Nexwe zayîn li vê
heremê bû. Ji ber hindê herêmeke bi nihênî bû.
Ez û Yûsif, weke her du çelên Berçelan bûn. Em dereng ji bin berfê derketibûn lê kulîlkên herî temendirêj li ser
me şîn dibûn. Bihara me ji hemû biharan dirêjtir bû. Em bi awaza dengê Zê aram dibûn. Ji ber wê yekê em bêyî
hev nedijiyan. Weke cotegûzên bi çiqilekî ve.