ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
CIHÛYÊ XWEŞKOK
CIHÛYÊ XWEŞKOK

CIHÛYÊ XWEŞKOK

110,00 TL + % 0
110,00 TL
Ürün Kodu : 9786059014106
Kategori : Dünya Roman
En geç 4 Ağustos Pazartesi günü kargoya verilir.
PAYLAŞ :
Li gundê Rîdeyê yê Yemenî û di keftelefta dijberî û nakokîyên di navbera Misilman û Cihûyan de, di sedsala hevdehan de, Fatimaya Misilman ji Salimê Cihû yê sîpe hez dike. Quranê jê re dixwîne û wî fêrî zimanê Erebî dike, ew jî wê fêrî zimanê Îbrî dike. Têne givaştin di evîna hev û din de, lê ka reva ji dîwarên vederbûn, redkirin û nepejirandina "yê din"! Di vê romana cihêwaz de, nivîskarê Yemenî Elî Elmuqrî me dikişkişîne ber bi qorzîya teng a "jibîrbûyî" ya pirrengîyê ve. Romana ku mijara cihêrengîya olî û arêşeya wê ya kêşedar hildigire destan, hewl dide ku pirsa nefret û nehezîya olî bi amyara Evînê bide çareserkirin. "Sernivîseke balkêş ji romaneke serincrakêş re ku meriv li ber çîroka wê radiweste... Pêrgîneke bedew di navbera evîn û olê de, di navbera dil û aqilê merivan de; pêrgîneke ku bingeha rizgarîya merivanîyê ji tundûtûjî, kuştin û herifînê datîne. Meriv dibêje qey ev romana han gava ku dîrokê şirove dike, dixwaze pê re berê xwe bide dema niha di gelek welatên Ereban de…" Romana ku hatiye wergerandin bo zimanên Fransizî, Îtalî, Îngilîzî...hwd, niha bi wergera Ebdelah Şêxo li ber destên xwînerên Kurd.
CIHÛYÊ XWEŞKOK CIHÛYÊ XWEŞKOK 9786059014106 CIHÛYÊ XWEŞKOK