ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
ÇAVDERÎYEN BARBAREKİ
ÇAVDERÎYEN BARBAREKİ

ÇAVDERÎYEN BARBAREKİ

Yeni Ürün
97,00 TL + % 0
97,00 TL
Ürün Kodu : 9786056211249
Kategori : Dünya Öykü
PAYLAŞ :
Çavdêriyên Barbarekî ya ku ji heft kurteçîrokan pêk tê, bi her awayê xwe ve xuya dike ku ji pênûsa helbestkarekî zeyîniye. Kawa Nemirê nivîskarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş, Bîşenga Deşta Dûr û Salname, di nava heft kurteçîrokên xwe yên li ser asta honandina zimanî ya kûr û pirrşax re, zimanekî ku di bîra xwe wer dibe peyda kiriye, bi awirê “yêdinbûn”ê li xwe û li cîhana li derdora xwe dinihêre, ji zemanekî berê de, bi riya bikaranîna movikên zimên, li rabirdû, li niha û li dahatûyê temaşe dike, zimanê ji xaka Serhedê pijiqî digire dikişîne ser asta zimanê Kürtçe yê hevbeş, xwe dispêre coş û peroşa ku xweza didê, bi vegotineke stratejîk, bi şêwezimanekî nû, bi zimanê xwe yê xef derfetên hevoksaziya Kürtçe diceribîne. Nemirê helbestkar, piştî ku mirov li arkeolojiya peyvên deqên wî bikole, bi wê “xefkirin”a wî re toza serdeman tê daweşandin. Çavdêriyên Barbarekî ya Kawa Nemir bi hêza deqên xwe ve di çîroknûsiya Kürtçe de li ber e ku riyeke nû veke.
ÇAVDERÎYEN BARBAREKİ ÇAVDERÎYEN BARBAREKİ 9786056211249 ÇAVDERÎYEN BARBAREKİ