ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
BÎRANÎNÊN MIN
BÎRANÎNÊN MIN

BÎRANÎNÊN MIN

Yeni Ürün
159,00 TL + % 0
159,00 TL
Ürün Kodu : 9786059014694
En geç 16 Haziran Pazartesi günü kargoya verilir.
PAYLAŞ :
Di vê belgeya dîrokê ya giranbiha de, têkoşer, welatperwer, sîyasetmedar û nivîskar Osman Sebrî behsa kitekitên pir girîng ji dîroka gelê Kurd a nûjen dike. Ji zarokatîyê bigirin heta bi xortanîyê. Ji Şoreşa Şêx Seîdê Pîran heta bi çalakî û hewldanên sîyasî û leşkerî yên Partîya Xoybûnê, Osman Sebrî perdeyê ji ser gelek hûrgilîyên veşartî hildide û me wer dike di deryaya şikestin, malwêranî û kambaxîyên gelê Kurd li Bakur û Rojavayê welêt de. Gorbehişt Osman Sebrî ku her demê wekî Kurdperwerekî xwedî pênûseke tûj hatiye nasîn; di nav bîranînan de jî mohra xwe li dîroka xebata gelê Kurd daye û rastîya şilfîtazî li ber me raxistiye. Di vegotina bûyer û qewimînên Şoreşa Şêx Seîd de, li ser sedemên têkçûna Şoreşê radiweste û kil û kêmasîyên civaka Kurd a derebeg û paşverû di wê demê raber dike. Her weha di dema sirgûn û “geşta” li zindanên dewleta dagirker de, ew bi dûrûdirêjî behsa dexs, xêrnexwaz û “kurmên darê” yên Kurd dike ku çawa li dijî birayên xwe pişta dijminê xwe digirin! Mêrxasî û tirsonekî; camêrî û qelsî; welatperwerî û xinizî; serîhildan û serîçenadin; rêzdarî û bêrêzî: Kurdistana ku her û her welatê nakokîyan bû, vê carê bi zimanê kurê xwe yê çak û xweşmêr -Osman Sebrî- dipeyive.
BÎRANÎNÊN MIN BÎRANÎNÊN MIN 9786059014694 BÎRANÎNÊN MIN