ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
BINDARÛK
BINDARÛK

BINDARÛK

Yeni Ürün
110,00 TL + % 0
110,00 TL
Ürün Kodu : 9786059014441
Kategori : Dünya Öykü
En geç 16 Haziran Pazartesi günü kargoya verilir.
PAYLAŞ :
“Çaxa ku çûbû konferansa nivîskarekî bîyanî û bidî wan li daholê dabû û civata li wir şermezar kiribû, bi qasî du rojan di nezaretê de hatibû girtin. Vê yekê di nava bajêr de deng û behsên dînbûna wî zêde kiribûn. Piştî wê qewamê, îro dîsa çûbû dawetxaneyê. Piştî dawetê, patronê wî pereyên wî dabûnê û dawî li karê daholvanîya wî ya li wê dawetxaneyê anîbû, ew berederî kiribû. Va ye, ew û dahola wî li malê, bi awayekî westîyayî, yek li ber dêrî, li ser fayansên sar û yek li ser qenepeya kevnik û peritî, velezîyane. Westîyane.” Ji Oblomovîzmeke Dîtir Di vê serdema zêrîn a wêjeya Kürtçe de, ku bi kawdana zimanê Kürtçe, zaravaya Kurmancî bi xwe re, ya ku xanîyê gîyanê me ye, kelepora wêjeya me ya nivîskî xwe topî hev dike, li rabirdû û nihaya xwe vedigere û ber bi dahatûya xwe ya geş ve bi hêza xwe ya xef rê li ber xwe xweş dike. Di vê kawdana navhatî de, piştî rola dîrokî ya helbesta Kürtçe, êdî (kurte)çîroka nûjen yek ji pêşîkêşan e û bere bere, bi lez û bi xêrayî afirînerên xwe li Kurdistanê û li cîhanê zêde dike. Bi vê ramanê, Mem Zînistanî (1983, Bayîzd) ê nivîskarê Bindarûkê jî, bi vekolana xwe ya li ser “çîrok”ê bi xwe ve û bi wê “ferheng”a xwe ya cîyê coş û peroşê ve, guman tê de nîne ku li vê kawdanê zêde dibe, yan jî ew vê kawdanê piçekî din jî geştir û gurrtir dike.
BINDARÛK BINDARÛK 9786059014441 BINDARÛK