Çîroka zimandirêj, nivîskar, rexnegir û lehengê çîrokê bi hev re, di eynî metnê de, bi zimanekî îronîk û bi vegotineke jêhatîyane tê vegotin. Çîrokên din bi mîzaheke reş û tenik, bi îronîyeke sivik û bi parodîyeke derblêkar ku bi çavekî sêyem vebêjer li çîrokên xwe dinêre. Di her çîrokekê de birîneke civakî a gelemperî bi rêya karakteran dibin hestî û goşt.
Îbrahîm Xort, bi Berojkê, bi van kurteçîrokên kurtik, lê di qîmetê de giran, bandorkar û derbkar, bi henûnî li ber xwendevan radixe.