Ava Sor, çîroka liberxwedana gelê Kurd e ku ji jîyana rastîn a têkoşerên tevgera azadîya Kurdistanê hatiye wergirtin. Di vê romanê de ku ji jîyana rastîn a gerîlatîyê hatiye hûnandin, nivîskar dûr neçûye û li qehremanan negerîyaye. Pêdivîya bi afirandina qehremanên xeyalî jî tune bû. Nivîskar tenê nav guhertine û her tişt wekî rastîya wê nivîsîye. Qehremanên romanê hevrê û hogirên li derdora nivîskêr bi xwe ne û wan jîyana xwe pê re bi par ve kiriye. Doşekên wan erd, balgîfên wan kevir û lihêfên wan esman bûne. Her çendî çîrok û serpêhatîyên wan ji hev cuda bin jî, lê rê û xaçerêkên wan li heman deşt û newalan gihaştine hev û bi Ava Sor re diherikin. Bi hev re dibin yek beden û yek gîyan û bi stêrkan re dimeşin. Ji lew re jîyana her yekî ji wan mînakeke bêhempa, roman û dastanek e ku nehatine nivîsandin.
Îbrahîm Osman, di Ava Sor de ku tekane xem û derdê lehengan têkoşîn û lêgerîna azadîyê ye, bûyer û serpêhatîyên ku tên vegotin rastîxeyalî an xeyalrastîyê tevlihev dikin û dihêlin ku em romanê wekî bîranînroman an romanbîranîn di tehma têkoşîneke zor û zehmet de bixwînin.