ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
AUSLANDER BEG
AUSLANDER BEG

AUSLANDER BEG

Yeni Ürün
128,00 TL + % 0
128,00 TL
Ürün Kodu : 9786054497157
Kategori : Dünya Öykü
En geç 16 Haziran Pazartesi günü kargoya verilir.
PAYLAŞ :
Cesare Pavese bi awayekî nemir gotibû: “Dê mirin bê û di çavên min re li te binihêre.” Çîroknûs û romannûsê navdar, Helîm Yûsiv jî di berhema xwe ya nû, Ausländer Beg de, ya ku ji 28 kurteçîrokên wî yên nû pêk tê, tu dibêjî qey risteya Pavese dupat dike û diçespîne: “Her dem dengê ken reş bû.Her dem rengê girî spî bû.Di navbera reş û spî de jî, rengê xerîbiyê hebû.Kirasekî di vî rengî de, xwe li jiyana min pêçabû û ew spartibû dîwarê mirinê.Ne jiyana min bi dawî dibû, ne jî dest pê dikir.Wisa rawestiyayî, ji xwe re, li her du çavên xweşik yên mirinê, dinêrî.” Ausländer, ango biyanî, ê ku tevî zehmetiyên nebînayî, bi awayekî ji awayan xwe ji pêsîrtengî û karesatên welatê xwe rizgar kiriye û kariye xwe bigihîne welatekî Ewrûpayê yê mezin û pêşketî. Bi ser de jî ku ev ausländer yekî Kurd ê nivîskar be, li welatê xwe yê mişt bi reşebayiyan temenê xwe yê tijî têkçûn, tirs û xofa zik li ser biryara nivîskarbûnê, nivîskariya bi zimanê qedexe kirî ava kiribe, tûşî trajediya ku hem civaka wî hem jî hêzên dagirker tînin serê mirov bûbe û bazdana ji welêt ji xwe re kiribe deriyê felatê, bi peregendetî xwe gihandibe Elmanyayê, hatibe nava çandeke biyanî, zimanekî biyanî û şêwejiyaneke biyanî û ne mêvanperwer û ne xerîbdost, gelo çi rewşine, hal û hewaline trajîkomîk tên serê wî? Di bewerbungê de, daxwaznameya ku ji bo peydakirina kar tê nivîsandin, çawa çêdibe ku çênabe wekî kar “nivîskar” bê nivîsandin? Di nava keftelefta akincîbûnê û hewildana peydakirina kar de, ji bo ku yê ausländer bikaribe îqameya xwe bistîne, kîjan rê û rêbazên seyr diceribîne? Nivîskarê bilîmet û jêhatî, Helîm Yûsiv, di pirtûka xwe ya kurteçîrokan a bi navê Ausländer Beg de, ya ku ji 28 kurteçîrokên bi navê wekî Ausländer Beg û Dîwarên Asê; Ausländer Beg, Mêrê Du Jinan; Ausländerê Helbestvan, Ausländerê Ker, Ausländer Beg, Nivîskar e, Ausländer Beg, Welatparêz e, Ausländer Beg, Sen Türk müsün?, Ausländer Beg û Şoreş û Ji Bîranînên Ausländer Beg pêk tê, wêneyê Kurdekî ji ber şer, serêşî û dijwariyan ji welatê xwe reviyayî, bi şêweyekî realîst-trajîkomîk, bi zimanekî gelekî fesîh nîgar dike û reng e bê gotin ku bi vê zincîreya kurteçîrokên li ser destpêka qonaxa pêkhatina dîasporaya Kurd, berhemeke ku dê bi berdewamî bê xwendin diyarî zimanê Kürtçe û wêjeya Kürtçe dike.
AUSLANDER BEG AUSLANDER BEG 9786054497157 AUSLANDER BEG