ALIŞVERİŞ SEPETİ 0
Sepeti Boşalt
ARDÛDA
ARDÛDA

ARDÛDA

97,00 TL + % 0
97,00 TL
Ürün Kodu : 9786059295598
Kategori : Dünya Roman
En geç 4 Ağustos Pazartesi günü kargoya verilir.
PAYLAŞ :
Tevî ku ji alîyê gelek kesan ve wekî çîroka dirêj an jî romana kurt tê binavkirin jî gelek qalibên wêjeyî di nava xwe de dihewîne û bi mijara honaka zanistîyê hatiye nivîsandin. Lehengê sereke ya pirtûkê profesor Ardûda ye ku navê xwe jî daye pirtûkê. Û kopya wî ku profesor ji xwe diafirine. Belê pirtûk ji aliyê mijarê ve gelek balkêş e ji ber ku em heya niha di wêjeya Kürtçe de rastî tevn û mijareke bi vî rengî nehatibûn. Em karin bêjin li bakur belkî li tevaya welêt yekem careke ku pirtûkeke bi vî rengî tê weşandin. Wexta ku bê gotin mijara fantastîk, tevna fantastîk ka çiqas nêzî Kurdan e û dûrî vê erdnigariyê ye? Em dikarin bi hêsanî bêjin ku ne dûrî vê erdnigariyê ye. Ji ber ku fantastîzma ku em zarokên vî welatî dijîn di zarokatîya xwe de ji hiş û bîra me re qet ne dûr e. Ji ber ku em dikarin bêjin aferîdeyên deraqil ên di çîrokên gelerî yê Kürtçe de hene cîhaneke fantastîk di zarokatîya me de, di serê me de ava kirine. Wexta hûteke heft serî, dêwekî ziman bihost bibe mêvanê cîhana hundirîn a zarokekî dê ew zarok di jîyana xwe de tim lê bigere. Wexta ku ew zevt kir jî wê dest pê bike bi hiş û mejîyeke û bihayjêbûneke fantastîk a kamil bûyî wê binivîse. Ardûda, bi şêwaza Honaka Zanistî (Science Fiction) hatiye nivîsandin û di sala 2004'an de çapa xwe ya ewil kiriye. Her çi qas bi vî şêwazî nivîsandin di zimanê Kürtçe de nû û hindik be jî di van salan de ew ê gelek berhem der biçin û wê baleke mezin bikşîne ser xwe.
ARDÛDA ARDÛDA 9786059295598 ARDÛDA